Şêniyên Minbicê êrişa li dijî gundê El-Seyada şermezar kir

Şêniyên rojavayê Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û şehîdkirina sivîlan, şermezar kirin.

Bi dehan şênî û endamên saziyên Xeta El-Farat li rojavayê Minbicê li pêşiya meclisê kom bûn û daxuyanî dan.

Endama Komîteya Jinan Arîn El-Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên xeta El-Sacûr hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina sivîlan rawestîne.

Back to top button