Konê sersaxiyê yê şehîd Mahir Hewab li Qamişlo

Di encama bombebarana li dijî kampa Holê de şervanê QSD’ê Mahir Hewas Elmihsin ku şehîd bûbû, duh bi merasîmekê li Qamişlo hat oxirkirin. Îro şêniyên Qamişlo serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî dan malbata şehîd.

Konê sersaxiyê li nêzî Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate vedan.

Bi sedan endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan serdana konê sersaxiyê kirin.

Li bin konê sersaxiyê gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:

“Bi saya şehîdan niha em li vir sekinîne.

Berxwedana ku hêzên me li hember vî dijminê hov dide meşandin bi xwe serkeftineke.”

Back to top button