Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi çirûska Jîna Emînî destpêkir didome.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha 342 kes hatine kuştin..
Ji vane 42 kes zarok in û 26 jî jê jin in.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.
Rêxistinê ragihand ku heta niha di raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 342 kes hatine kuştin..
Di raporê de tê gotin ku xetereya cezayê darvekirinê li hinek kesên hatine girtin were birîn heye û wiha tê gotin:
“Saziya Dozgeriyê ya Komara Îslamê saziyek serbixwe nîne.
Beşeke ji amûra çewisandinê ya rejîmê ye.
Biryara dane şermezar dikin û weke nerewa dibînin.”
Rêxistinê diyar kir ku heta niha daneyên 23 bajaran tomar kirine.
Rêjeya kuştinê ya herî zêde li parêzgehên Sîstan û Beluçistan, Tehran, Mezenderan, Sine û Gîlan e.