Dewleta Tirk 30 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk a dagirker şandina çekan ji bo Idlibê didomîne û duh 30 maşîneyên din ên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, duh dewleta Tirk 30 maşîneyên din ên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Bi derbasbûna vê kewranê re, jimara giştî ya maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk ji destpêka agirbestê û heya niha dibe 8 hezar.

Her wiha heya niha jî 11 hezar leşker derbasî herêmê hatine kirin.

Back to top button