Salvegera damezrandina PKK

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan salvegera damezrandina partiyê nirxand.
Karayilan PKK’ê weke destana bê navber a dîroka 44 salên derbasbûyî binav kir û got;
Berxwedana PKK’ê gelê Kurd ji qirkirinê rizgar kir.

Endamên Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV.

Di rojeva Karayilan de, salvegera damezrandina PKK’ê, şerê 7 mehan ê li Zap, Avaşîn, Metînayê û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hebû.

Têkildarî mercên damezrandina PKK’ê, Karayilan got;

Karayilan: Cewherê PKK zanîst, dislozî û bawerî ye

Beriya 50 salî di nava şertên herî giran de yekane teşa hebû, zanîst, dilsozî û bawerî.

Rêber Apo ê xwe sprat van rastiyan ket ser rê û PKK’ê ava kir.

Hê di qonaxa pêşî de bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû ma.

Alîkarê Rêber Apo, hevrê Heqî Karer şehîd bû.

Lê vê şehdetê bi ti awayî bandoreke neyênî li bîr û baweriya Rêber Apo nekir.

Bo gotina, “Êdî xwîn herikî, veger tine ye ” Rêber Apo şehadeta Heqî veguherand biryara damezrandina PKK’ê.

“Şehadeta Hakî Karer fermana damezrandina PKK‘ê bû”

Li ser vê sekn û helwesta Rêber Apo, koma şoreşger a li dora wî bibû yek jî bi hilbijartina 2 rêyan re rû bi rû mabû.

An wê li ser navê gelê Kurd dest bi têkoşîn û berxwedan bikrana,

Yanî jî mîna komên beriya xwe wê ji rûpelên dîrokê bihatan derxistin.

Di vî warî de hem Rêber Apo û hem jî hevalên li dora wî zelal bûn.

Û bi vê bîr û baweriyê 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê navçeya lice ya Amedê biryara dîrokî dan û PKK’ê ava kirin.

Mûrad Karayilan anî ziman ku PKK’ê ya weke tevgera Kurdistanî derket holê, bi demê re sînor derbas kirin û got;

Raste PKK’ê partiyeke netewî ye.

Raste ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd hate damezrandin, lê bi qasî van, PKK’ê tevgereke mirovahiyê ye jî.

Bi qasî ku welatparêz e, ew çendî enternasyonalîst e jî.

Dema em îro li rastiya PKK’ê dinerin, dibînin ku ew bûye partiya Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Ermenî, Asûrî û Sûryaniyan jî.

“PKK Partiya Jinê ye”

Ne tenê wisa, PKK’ê di serî de Partiya Jinan e.

Çima?

Ji ber ku PKK’ê bi vê têgehê tevgeriya;

Heta jin azad nebe, civak azad nabe.

Bi vî awayî PKK’ê rêya hemû jinan ronî kir.

Yanî PKK’ê di têkoşîna 44 salên derbasbûyî de, ti carî plan nekir ku ew ê tenê bi têkoşîna çekdarî bighêje armancên xwe.

Lewma PKK’ê tevgereke îdeolojî, siyasî û çandî ye.

Ew tevgera hebûnê ye.

“Rêya serkeftinê, rêbaza parastina çalak e”

Mûrad Karayilan têkildarî xeta patrastina a têkoşîna PKK’ê jî ev nirxandin kir:

Mêtingeriya Tirk bi her awayî dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake.

Ev ne tenê li Bakur wiha ye, heman dijminahî li dijî beşên din ên Kurdistanê jî heye.

Em jî li dijî vê êrişkariyê di çarçoveya “Şerê Gel ê Şoreşgerî” xwe diparêzin.

Rastiya îro a li Zap, Avaşîn û Metînayê, asta herî bilind a vî şerî ye.

Ji ber vê çendî dijmin ewqas har bûye. Tevî her cûreyên çekên giran, gazên kîmyewî yên qedekirî li dijî gerîlla bikar tîne.

Ewqas bê çare meye ku bi fermana Hulûsî cenazeyên leşkerên xwe dişewitînin.

Di şerê 7 mehên derbasbûyî de bi qasî berxwedana gerîlla, helwesta gelê Kurd jî pir bi wate ye.

Hêrsa gelê me li dijî vê hovîtiyê pir girîng e. Lê ya girîngtir ew e ku Kurdistan hê zêdetir li gerîllayên xwe xwedî derkeve.

Back to top button