TAJÊ bernameya çalakiyên xwe ên 25’ê Mijdarê eşkere kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê eşkere kir.
TAJÊ wê bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina jinan Jin, Jiyan, Azadî!” ji bo 25’ê Mijdarê çalakiyên cur be cur li dar bixe.

Bi hatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê re, li seranserê cîhanê çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe ên 25’ê Mijdarê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de TAJÊ diyar kir ku wan di kongreya xwe de fermana li ser jinên Êzidî wekî tundiyeke mezin pênase kirin û gotin:

Me di Kongrê de girîngiya têkoşîneke hîn rêxistinî ya li dijî vê tundiyê destnîşan kir.

Pergala zilam-dewletê pêkanînên xwe yên tundiyê ya li ser jinan roj bi roj berfirehtir dike û berdewam dike.

TAJÊ’ê got: Rêber Apo sedsala 21’emîn wekî sedsala azadiya jinê pênase kir, jin jî pêşengê vê sedsalê ye.

Jinên ku li dijî tundî, destdirêjiyê, qirkirina jinê û komkujiyan e, bi dirûşmeya ”Jin, Jiyan, Azadî” têkoşîna azadiyê bilind dikin û dibin pêşengên têkoşîna azadiya gelan.

Herî zêde em jinên Êzidî rastî komkujî, ferman û qirkirinê hatine.

Emê xwe hîn xurtir birêxistin bikin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li ber fermanên nû bigirin.”

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de dibêje:

Wê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina jinan Jin, Jiyan, Azadî” Semîner werin dayîn, sînevîzyon were pêşandan , platformên nîqaşê werin danîn.

Û roja 25’ê Mijdarê meş were lidarxistin.

Back to top button