Hêzên Rizgariya Efrînê di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li Efrînê çalakiyên bi bandor pêk anîn û 10 leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên li Efrîn û gundên wê ev agahî da:
18’ê Cotmehê li gundê Meryemîn, Enabkê û Malikiyê yên navçeya Şera hêzên rizgariyê li dijî 2 baragehên artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.
Di encamê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker birîndan bûn û 2 seyareyên leşkeri hatin derbkirin.
Di heman rojê de li Cebel Ehlam û gundê Basûtê yên navçeya Şêrawa jî hêzên rizgariyê li dijî bendên kontrolê yên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji 2 baskan ve çalakiyekî bi bandor pêk anîn.
Encamê de bi giştî 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û hejmarek ne zelal birîndar bûn.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî van çalakiyan gundên Soxanekê, Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa û gundên Şewarixa, Kela Şewarixa û malikiyê bi dijwarî topbaran kirin.