Bi merasîmekê nasnameya Ş.Rizgar Weqas eşkere kir

Meclisa Malbatên Şehîdan îro li taxa Şêxmeqsûd li beşa rojava merasîma îlankirina şehadeta şervanê QSD`ê Rizgar Weqas (Fedekar Rêdûr) ku di Berxwedana Rûmetê li bajarê Serêkaniyê şehîd bû, li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxê ku al û sembolên kurdî rakirbûn û nûnerên taxê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û destnîşan kir ku şehîd Fedekar ji şêniyê taxê bû û ji bo parastina taxê gavek paşve neavêt heta gihaşt asta şehadetê.

Paşê, Endama Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star Leyla Xalid axivî û diyar kir ku şehîd Fedekar bû sembola azadî û rûmetê, ji ber di taxa Şêxmeqsûd d di nav bermahiya şer de mezin bû.

Paşê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelîxa Qember wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata wî kir.

Her wiha bavê şehîd Fedekar Weqas, Zûhêr Weqas axivî û diyar kir ku serê wî bi kurê xwe bilind e û wiha domand: “Şehîd Rizgar ne şehîdê me tenê ye, ew şehîd her kesî ye, kurê me yê we ye, ji ber dê hemû di rêya wî de bimeşin, ew sembola azadî û rûmetê ye.”

Di dawiya merasîman de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Leave a Reply

Back to top button