Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên Şehbayê jî îro bi daxuyaniyekê sûcên şer yên dewleta Tirk şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriyê kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên Şehbayê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê û êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek çapemenî da.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û weha gotin:
Çawa ku hemû cîhan li dijî dagirkirina Efrînê bê deng bû û çavên xwe ji komkujî, koçberî û talana dewleta Tirk re girt, niha jî li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî heman helwestê nîşan didin.
Dewleta Tirk a faşîst ku gelê me qir dike ji bo hemû gelan xetere ye û divê ji welatê me were derxistin.”
Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên Şehbayê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî kirin ku pêşî li sûcên şer, plana guhertina demografiyê, qirkirin û talana dewleta Tirk bigirin.