Îsraîlê ji bo hebûna hêzên Îranê ya li Sûriyê gef li Îranê xwar û diyar kir ku ew ê xwîne birjînin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlî Naftali Bennett diyar kir ku ew ê nehêlin Îran ti hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê çêbike.
Bennett gef li Îranê xwar û weha got:
Eger hûn ji Sûriyê dernekevin, em ê Sûriyê bikin weke Vîetnamê.
Îran ku dixwaze welatê me dorpêç bike, xwe li Libnanê bi cih kir û niha jî dixwaze xwe li Sûriye, Xeza û deverên din bi cih bike.
Divê aniha em ji redkirinê derbasî qonaxa êrîşê bibin.
Bennett diyar kir ku ew ê hêzên Îranê ji Sûriyê derxînin û ti mafê wan li ser sînorê Îsraîlê tune ye.
Berî vê daxuyaniyê jî wezîrê derve û istixbarata Îsraîlî gotibû ku ew ê nehêlin Îran çekên nuklerî bi dest bixe.