Rêvberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî biryar da ku li koçberên Serê kaniyê û Girê Spî mazotê bê pere belav bike.
Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, civîna xwe ya mehane lidar xist.
Rêveberiya xweser di civînê de biryar da ku ji bo koçeberên Serê Kaniyê û Girê Spî mazotê bê pere, belav bike .
Rêveberiyê da zanîn ku wê li her malbetek ji Serê Kaniyê û Girê Spî, 200 lître mazot belav bike.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li ser Serê Kaniyê û Girê Spî 300 hezar malbat koçber bûne û niha li kampên Waşokanî û Girê Spî hatine bicîhkirin.