Pentagon: 2 Leşkerên Amerîkayê li Iraqê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku 2 leşkerên Amerîkayê li bakurê Iraqê hatine kuştin.

Fermandariya hêzên hevpar a oparasyona “Ezim El-Silib” a Koalyîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ`ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat got, 2 endamên hêzên Amerîkayê 8`ê Adarê dema erkek hevpar bi hêzên ewlehiya Iraqê re li dijî DAIŞ`ê li herêma Celebiye ya li bakurê Iraqê pêk dianîn hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de deteyên bûyerê nehatin eşkerekirin.

Duh jî hêzên Peşmerge û yên Koalîsyona Navdewletî li Çiyayê Qereçoxê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîbûn.

Di encamê operasyonê de 12 çete hatibûn kuştin.

Back to top button