Balafirên Şer ên Rusyayê başûrê Idlibê û deverên DAIŞ’ê yên li çolistana Dêrazorê bombebaran kir.
Li bajarokê El-Bara yê çiyayê El-Zawiye yê li başûrê Idlibê balafireke şer a Rûsyayê 2 caran herêma ku nuqte û baregehên dewleta Tirk lê hene, bombebaran kir.
Balafirên Rus deverên DAIŞ’ê ên li çolistana DêraZorê bombebarankirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku 3 balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana El-Şola ya li rojavayê Dêrazorê bombeberan kirin.
Duh jî balafiran herêmên ku dikevin nava herêmên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê, bombebaran kiribûn.