Kawa Nadir: Dewleta Tirk li dijî neteweya Kurd e

Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK’ê ye, dixwaze hemû Kurdan qir bike.

Kawa Nadir anî ziman ku PKK’ê bi berxwedana xwe li hember dagirkeran îsabat dike ku wê Kurdistan azad bike.

Kawa Nadir got: “Li Bakurê Kurdistanê serhildana PKK’ê tê wateya zindîbûn û nûbûna Kurd û Kurdistanê”.

Çavdêrê Siyasî destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK’ê ye, ew li dijî neteweya Kurd e.

Kawa Nadir ji gelê Kurd xwest ku li hember dewleta Tirk a ku PKK’ê wek terorîst bi nav dike rabin û helwestekê nîşan bidin.

Back to top button