Birîtanya plan dike ku Hamsa weke “tevgera terorê” ragihîne

Piştî helwesta wê ya lik hemberî baskê leşkerî yê Hamasê, Birîtanya plan dike ku aliyê siyasî yê Tevgera Hamasî jî weke “rê xistineke terorîst” ragihîne.

Ev yek ji aliyê wezareta karê navxweyî a welatê ve hate eşkerekirin..

Wezîra Karê Navxweyî ya Birîtanyayê Prîtî Patel  diyar ku ew amadekariya wê yekê dikin Tevgera Hamas a Filîstînê weke “rêxistina terorê” ragihînin.

Patel têkildarî mijarê ev peyam belav kir:

Hamsa xwedî hêzeke mezin a terorê ye. Derfetên wê hene ku bibe xwedî çekên giran.

Tê payîn ku Pater mijarê hefteya bê li Waşîngton di Kongreya Ewlekariyê de eşkere bike.

Dema biryara fermî bû wê pêşkêşî parlementoya welat were kirin.

Eger ji aliyê parlemento ve were pejirandin, piştî ê leşkerî wê baskî siyasî yê Hamasî jî weke “rêxistina terorê” were qebûlkirin.

Helwesta wezîra Birîtanî ji aliyê Îsraîlê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin..

Tevgera Hamas jî London bi durûtiyê tawanbar kir û got, ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Back to top button