Li Hesekê cenazeyê 2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Li Hesekê û Til Hemîsê merasîmên oxirkirina şehîdan hatin lidarxistin û tê de soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.
Her wiha şêniyên Qamişlo jî sersaxî ji malbata fermandarê QSD’ê Ronî Welat re xwestin.

Şêniyên Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastin Mihemed Faris û şervanê QSD’ê Mihemed Hisên li goiristana şehid Dijwar kom bûn.

Despêkê merasîmek leşkerî hate lidarxistin.

Di merasîmê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê axivî û got:

“Dijmin bi hemû hêza xwe êrişî me dike da ku xaka me dagir bike, lê bi saya fedakariyên keç û xortên me kes nikare vîna me bişikîne.

Pişt re wesîqeya her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Dawiyê de şehîd Mihemed Hisên li goristana şehîdan a li Til Temirê û cenazeyê Ş.Mihemed Faris li gundê wî Şema yê Hesekê hatin oxirkirin.

Şehîd Mihemed Faris û Mihemed Hisên 6’ê Kanûnê de, dema li ser erka xwe ya leşkerî bûn şehîd bûbûn.

Li Til Hemisê şervanê QSD’ê şehid Xelil El Hecî hate oxirkirin

Ji bo oxirkirina şervanê QSD’ê Xelîl El Hecî yê 7’ê Kanûnê li Dêra Zorê şehîd bûyî, merasîmek li navçeya Til Hemîs a Qamişlo hate lidarxistin.

Endamê meclisa malbatên şehidan Hemza Mihemed sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku wê fedekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xaka xwe bidome.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehid Ronî Welata re xwestin

Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên şehidan a Qamişlo konê sersaxiyê ji bo şehid Ronî Welat veda.

Bi sedan şêniyên bajêr û gundewarê Qamişloyê herikîn bin kon û sersaxî ji malbata şehid re xwestin.

Di bin kon de, peyamên rola şehîdan a di pêkanîna doza biratiya gelan de hate vegotin.

Bavê şehîd Ronî Hisên Hesen jî got:

“Divê em wefedarê şehîdan bin û tolê ji xayîn û sîxuran hilînin.”

Back to top button