Li Silêmanî 43, li Hewlêrê jî 29 kes bi vîrûsê ketine

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe, jimara pêketiyên Coronayê zêdetir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li Silêmanî 43 û li Hewlêrê jî 29 kes bi vîrûsê ketine.

Li gorî daneyên Wezaretê, heta niha hezar û 87 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 18 kesan jiyana xwe ji dest daye, 444 baş bûne û 627 kes jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Li seranserî Iraqê 1006 kes bi vîrûsê ketine û 14 jî mirin

Di heman demê de li Iraqê jî rojane jimara pêketiya zêde dibe. Li sernaserî Iraqê herî dawî zêdeyî hezar kes vîrûsê ketine û 14 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 930 rewşên pêketinê hatin tomarkirin û mirina 18 kesan jî hat ragihandin.

Li aliyekî, Wezareta Tendursitiyê Îranê da xuyakirin ku di nava 24 saetên borî de hezar û 886 kes bi vîrûsê ketine û 63’yan jî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button