Artêşa Îsraîlê burcê El-Endelusê yê li Xezayê rûxand

Artêşa Îsraîlî burcê El-Endelus ê li rojavayê Xezayê û avahiyek li kolana Wihde bi temamî rûxandin.

Artêşê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, wan 278 mûşek li Xezayê dane.

Li beramber vê, berdevkê fermî ê “Tabûrên El-Qesam” Ebû Ubeyda ragihand ku wan komeke mûşek li Tel Ebîb û navçeyên wê xistin e.

Tevî hemû bangên rawestandina şer, Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu eşkere kir ku operasyonên wan li diî Xezayê heya gihîştina armancê, dê berdewam bikin.

Li gorî Tenduristiya Filistînî, heya niha 177 kes ji ber êrîşên Îsraîlî hatine kuştin û hezar û 200 jî birîndar bûne.

Konseya Ewlekariyê îro civîneke online li dar dixe

Di çarçoveyê de, Konseya Ewlekariyê li ser bangên gelek dewletan îro civîneke online li dar dixe.

Tê payîn, şanderê NY yê Rojhilata Navîn Tor Winnisland û nûnerên Îsraîlî û Filistînî beşdarî civînê bibin.

 

Back to top button