Divê komkujerên Êzidiyan di zûtirîn demê de werin darizandin

Desteya Rêveber a Şengalê di civîna xwe ya asayî de lêpirsîna NY ya li ser komkujiya Êzidyan erênî pêşwazî kir û banga darizandina sûcdaran kir. 

Desteyê diyar kir ku hêviya wan ew e çete û kesên ku ji bo kuştina Êzidiyan ferman dane di zûtirîn demê de bên darizandin.

Desteyê da zanîn ku niha jî komkujiyên Êzidiyan bi dawî nebûne, bi taybet li Efrînê û cîhan tevde bêdeng e.

Desteyê kirinên komên çeteyan ên der heqê civaka li Efrînê de jî şermezar kir û bang li raya giştî a cîhanê kir ku axa Efrînê ji gelê wê yê resen re vegerînin.”

Desteya Rêveber a Şengalê di çarçoveya metirsiya ji qirkirin û komkujiyan de, bêdengiya PDK û hikûmeta Iraqê hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û hişyar kir ku bêdengî; dê bihêle Tirkiye gefan li Şengal û Mexmûrê jî bixwe.

Back to top button