Ji bo ji fermandarê QSD’ê şehîd Ronî Welat li Qamişlo merasîmek bi heybet hate lidarxistin.
Di merasîmê de, peyama domandina xeta şehîd Ronî û hevalên wî yên ji bo parastina desketiyên herêmê hate dayîn.
5’ê Kanûna 2023’an ji fermandarên QSD’ê û endamê Fermandariya Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat binasnav Şêrwan Hesen li Dêrazorê şehîd bû.
Ji bo oxirkirina cangoriyê xwe welatî li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo kom bûn.
Bi sedan şêniyên Qamişlo, saziyên sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û îşaret bi kesayeta Şehîd Ronî ya şoreşgerî kir û got:
“Şehîd Ronî nemûneya ruhê welatparêzî, hevaltî, çand û exlaqên baş û bilind bû.”
Her wiha hate gotin, dijmin bi her awayî hewl dide destketiyên herêmê têk bibe û yek ji rêyên pêkanîna vê jî armancgirtina pêşengên wê ye.
Kesên beşdar jî soz dan ku ew ê ji bo parastina destketiyên xwe li ser fikir û felsefeya rêber APO bimeşkin û xeta şehîdên xwe bernedin.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Piştre cenazeyê şehîd Ronî di nava dirûşm û tilîliyan de hate oxirkirin.