Li Londonê ciwanên Kurd li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li Londonê ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.
Ciwanan balkişandin li ser êrişên ser rojava û gotin;
Divê her kes li şoreşê xwedî derkeve.
Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan di dema serdana xwe ya li Yewnanîstanê de, rastî çalakiya protesyoyî ya kurdistanî û dostên wan hat.

Li paytexta Îngilistan Londonê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên Kurd meşek hat li darxistin.

Armanca meşê rawestandina êrişên dewleta tirk yên li ser Rojava û girtina qada wê ya asmanî bû.

Ciwanên ku li Qada Leicesterê kom bûn, gotin:

Li Rojava li dijî sivîlan sûcê şer tê kirin û divê her kes li şoreşê xwedî derkeve

Êrişên hewayî bê navber li ser Rojava dewam dike, lê gelên kurd û Rojava xwedî biriyara berxwdanê ye”

“Bi fikrên Rêber Apo jiyaneke nû tê avakirin”

Ciwanên ber bi Qada Trafalgarê ve meşiyan broşur belav kirin.

Piştre di daxuyaniya li herêmê hate dayîn de wiha hate gotin:

“Li Rojava bi fikrên Rêber Apo jiyaneke nû tê avakirin.

Hebûna dewleta Tirk li ser esasê tunebûna çand, gel û zimanan e.

Em dibêjin, nebin hevkarê mirin û qirkirinê. Bibin parêzvanê demokrasî, wekhevî û şoreşa jinê.”

Li Atînayê bi dirûşmeya “kujer Erdoxan” çalakî hate lidarxisin

Her wiha li Yewnanîstanê jî Kurd û dostên xwe li dijî serdana şefê rejîma faşîst yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Atînayê çalakiyek lidarxistin.

Înîsiyatîfa ‘Ji Bo Rojava Rabe Ser Piyan’, anarşîst û şoreşgerên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de pankarta “Kujer Erdogan” û “Li Kurdistanê qirkirinê rawestînin, alên Rêberê Apo û PKK’ê hate hildan.

Back to top button