Li Amûdê PDPK-S 16. kongireya xwe li dar dixe

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê PDPK-S’ê 16`emîn kongreya xwe lidar xist.
Di kongreya li Amûdê hate lidarxistin de, 200 delegeyên ji welat û derveyî welat beşdar bûn.
Delegeyên kongrê, îşaret bi danûstandinên kurdî-kurdî kirin.

Bi dirûşmeya “Demokratî ji Sûriyeyê re û mafên neteweyî yên rewa ji gelê Kurd li Sûriyeyê re” Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê 16`emîn kongreya xwe li dardixe.

Kongre bi amadebûna 200 delegeyî ji Rojava û Başûrê Kurdistanê û derveyî welat pêk tê.

Di konferansa li Hola Beylesana navçeya Amûdê tê lidarxistin de, Endamê Desteya Rêveber a PDPK-S’ê Ehmed Silêman axivî û wiha got:

“Têkiliyên me bi partiyên siyasî re baş e, di pêşerojê de wê danûstandinên me bi wan re hebin.

Di heman demê de em dijberiya tu aliyekî nakin.”

Ehmed Berekat: Divê Kurd danûstandineke Kurdî-Kurdî pêk bînin

Endamê Desteya Rêveber a Nivîsgeha Siyasî ya PDPK-S’ê Ehmed Berekat jî balkişand li ser alozya siyasî li Rojhilata Navîn û bi taybet aloziya Sûriyê.

Berekat got:

“Dewleta Sûriyeyê çareseriyê naxwaze, çareserî bidiyalogên sûrî-sûrî pêkan e.

Bila bê zanîn ku hevrengiya pêkhateyan li herêmê wê serketinê bîne.

Divê rêveberiya heyî jî bi pêkhateyên di nava xwe de bê parastin.

Li gorî wê jî divê Kurd jî danûstandineke kurdî-kurdî pêk bînin.”

Komîteya amadekar jî diyarkir ku di kongireyê de wê raporên 4 salan bên xwendin û nîqaş li ser rêziknameyê bê kirin.

Konferans wê çend rojan dewam bike.

Back to top button