Iraq: QSD’ê 50 çeteyên DAIŞ’ê radestî me kir

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD’ê 50 çeteyên DAIŞ’ê radestî Iraqê kirine.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya di asta herêmî û navneteweyî, li gel QSD’ê bi hev re kardikin.

Şaneya navborî diyar kir ku bi lihevkirinê li gel QSD’ê bi riya Deriyê Sînor ê Rebîa 50 çeteyên DAIŞ’ê radestî Fermadariya Operasyona Hevbeş a Iraqê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji bo lêpirsîn û riyên yasayî çete radestî Saziya Îstixbarek û Lêkolînê ya Federalî ya Wezareta Hundirîn a Iraqê hatine kirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir ku Fermandariya Operasyona Hevbeş di hevkarî û hemahengiya xwe ya ji bo şikandina terorîstan û zûhakirina çavkariya alîkarîkirina terorê berdewame.

Back to top button