Piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê, HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li dijî qadên wan gelek êrîş pêk anîn.
HPG’ê diyar kir ku ti windahiyên gerîlayan çênebûne û got:
“Li dijî van êrîşên nemerdane, hêzên me gelek çalakî kirin. 13 dagirker hatin cezakirin û 3 çeper hatin îmhakirin.
Di çalakiyên gerîla yên di çarçoveya bersivdayina êrişên dagirkeriya Tirk de 13 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand
HPG: Piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê dewleta Tirk gelek êriş pêk anîn
HPG ragihand ku piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê, dewleta Tirk a dagirker li dijî qadên wan gelek êrîş pêkanîn û wiha got:
“Dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi çalakiya mezin a hevrêyên me Rojhat û Erdal ku mîlîtanên fedayî yên Tabûra Nemiran in, derbeke giran xwar.
Piştî vê çalakiya fedaî dewleta mêtinger li dijî herêmên Parastina yên Medyayê êrişên giran ên dijwar pêk anîn.
HPG: Di bombebaranên dewleta Tirk de tu windahiyên me çênebûn
Di 21 bomberarana hewayî de hêzên me ti windahî nedan û dijmin encam negirt.
4 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 20 caran jî bi dronên bombebarkirî çeper bombe kir û carek din sûcê şer kir.
HPG: 13 Dagirker hatin cezakirin, 3 çeper hatin îmhakirin
Li dijî van êrişên namerdane HPG’ê ragihand ku hêzên wan gelek çalakiyên bi bandor lidarxistin û ev agahî parve kir:
Li herêma Zap û Metîna gerîlayên HGP û YJA Starê bi taktîtên dewlemend gelek caran li arteşa Tirk a dagirker dan
Di van çalakiyan de; 13 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û 3 çeper hatin îmhakirin.