Li warê Nêlson Mandêla li Bşûrê Afrîkya konfiransa ji bo Azadiya Rêber Ocalan îro di roja 2. de dewam kir. Îro, jî gelek mijarên weke Neteweya Demokratîk, Azadî û têkoşîna jin û şoreşa wê di guhertina civakê hatin nîqaşkirin. Konferas wê bi encamnameyê bi dawî bibe.
Îro di roja duyemîn de konferansa bi sernavê “Azadî ji bo Ocalan û aştî û aramî li Cîhanê” li bajarê Kîp- Tawin ê başûrê Efrîqiya dewam kir.
Konferans ji aliyê gurûpa Karê kurd ya Mafê Mirovan li başûrê Efrîqiya bi hevkariya insîyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Ocalan hat organîzekirin.
Îro di roja duyem de, çaresriya demokratîk li Rojhilata Navîn û Cîhanê, têkoşîna jinê ji bo azadiyê, têkoşîna li hember sîstema baviksalarî bi riya şoreşê û her wiha şoreşa jin di sîyasetê û demokratkirina civakê de mijarên sereke yên nîqaşa bûn..
Her wiha mijara netewa demokratî, projeya xwerêvebirinê, avakirina aborî, konfedraliya demokratî û projeya rêveberiya xweser wekî nûmûne jî hatin goftugokirin.
Çav li rê ye ku konferas bi encamnameyekê bi dawî bibe.