Xelkê derbendîxan li dijî nebûna xizmetê grev ragihandin

Çalakiya grevê ya xelkê Derbendîxan ya dijî nebûna xizmetguzariyên sereke bê navber dewam dike. 30 rojin hikumeta Başûrê Kurdistanê ti bersivek nade daxwazan.
Xelkê Derbendîxan 48 saet dem dan hikumetê ger daxwazên wan pêk neyne, ew ê çalakiyan berfiretir bikin.

Îro xelkê Derbendîxan li hember nebûna xizmetê ji aliyê hikuemtê ve, dikanên xwe venekirin û grev ragihandin.

Çalakvanên Derbendîxanê diyarkirin ku ger hikumet di nava 48 saetan de bersiva daxwazên wan nede, ewê dakevın kolanan û çalakiyên mezintir pêk bînin.

Hat bibîrxistin ku di 24’ê Çileyê de welatiyên navçeya Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê çalakiyek li dar xistinbûn.

Wê demê jî ji bo danîna projeya parzûngeha avê, çêkirina rêyan, dayîna ava vexwarinê û zêdekirina saetên elektrîkê bang li hikuemtê kiribûn.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê gûh nade daxwazan xelkê derbendîxanê

Lê Hikumeta Herêma Kurdistanê 30 rojin bi hewara xelkê Derbendîxan neçûye û bersiva daxwazên wan nade.

Back to top button