Zelensky: Şerê li bahmutê dijwar dibe

Li Ukrayna di warê şer û dîplomatîk de tevgereke zêde heye. Artêşa Rûsya rêyên diçe bajarê Bahmutê kontrol dike. Rêveberiya Kîevê jî êdî li rewşa dijwar ya li bajar mikur tê. Hem wextî vê yekê balafireke bêmirov ku tê îdiakirin ya Ukraynayê ye 100 kîlometre dorî Moskowê hate xistin.

Ukrayna xwe ji şereke dur û dirêj re amade dike.

Ne peyamên aştî û ne jî bangawaziyan heta niha nekariye şer bide rawestandin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di peyameke xwe ya vîdyoyî ya nû de ragihand ku şerê li derdora bajarê Bahmutê li rojhilatê welêt dijwar bûne.

Artêşa Ukraynayê di daxuyaniyekê de ragihand ku rewşa li eniya Bahmutê ya li rojhilatê welêt ku hêzên Rûsyayê hewl didin wê dorpêç bikin, gelekî aloz e.

Her çend pispor li ser girîngiya stratejîk a bajêr li hev nekin jî, Bahmut ji bo kontrolkirina herêma Donbassê xwedî girîngiyeke mezin e.

Zelensky di meha Kanûnê de serdana herêmê kir û soz da ku “heta ku gengaz be” vî bajarî biparêze.

Li gor nûçeya navenda medyayê ya artêşa Ukraynayê, Fermandarê Hêzên Bejayî Oleksandr Syrskyi got,

“Rewşa derdora Bahmutê gelekî aloz e.”

Syrskyi da zanîn ku di vî şerî de koma çekdarên Rûs Wagner li eniya şer cih girtiye û destnîşan kir ku ew hewl didin parastina hêzên wan têk bibin û bajar dorpêç bikin.

Di hefteyên dawî de, karsazê mîlyoner Yevgeni , xwediyê Koma Wagner, ragihand ku wê çend bajarên derdora Bahmutê kontrol kirine.

Soledar di Çile de, Krasna Góra di Sibatê de, û herî dawî 25’ê Sibatê artêşa Rûsya gundê Yagedny ê li derodra bajar kontrol kir.

Rûsya rêyên diçe Bahmutê kontrol dike

Bi vê yekê re niha ji 4 rêyên ku Ukrayna bo herêmê alîkarî dişand, 3 ketine bin kontrola Rûsyayê.

Niha jî rêya 4. a Çasiv Yarê ya li başûrê bajar kontrol bikin.

Beriya şer li bajarê Bahmutê 70 hezar kes hebûn.

Niha 140 jê zarok nêzî 5 hezar kes mane.

Stoltenberg: Ukrayna dikare tevî koalîsyonê bibe

Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg doh diyar kir ku welatên NATOyê li hev kirine ku Ukrayna li ser daxwaza wî tevlî koalîsyonê bibe, lê ev îhtîmaleke “demdirêj” e.

Rûsyayê doh ragihandibû ku balafireke bêmirov a Ukraynayê bi qasî 100 kîlometre dûrî Moskovayê li nêzî stasyoneke gazê hatiye xistin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 balafirên bêmirov ên din jî li deverên cuda hatine xistin.

Lukaşenko li pekînê ye

Di eniya dîplomatîk de, Serokê Belarûs Alexander Lukashenko li Pekînê ye.

Belarûs a hevalbenda Moskowê, heta niha destwerdana rasterast di şer de red kiriye lê destûr daye hêzên Rûsî ku ji axa wê derbasî Ukrayna bibe.

Back to top button