Pêşmergeyên Dêrîn banga mezinkirina kampanyayê kirin

Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li welat û derveyî welat roj bi roj mezin dibe. Li başûrê Kurdistanê jî gelek kes tevlî kampanyayê dibin.. Pêşmergeyên Dêrin ên tevlî kampanyayê bûne anîn ziman ku hiştina PKK’ê di lîsteya terorê de bêwijdaniye û bang li her kes kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

Bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYE û Ewropayê, Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’ê Kanûnê de dest bi kampanyayekê kir…

Armanc jê komkirina 4 milyon îmze ye..

Roja 29’ê Çile bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran, li Başûrê Kurdistanê jî kampanya hat destpêkirin..

Pêşmergeyên dêrin ên tevlî kampanyayê bûne, ji rojnews re qale girîngiya vê kampanyayê kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê tevlî kampanyayê bibin.

Pêşmergeyê Dêrin Elî Kutek: Mirovahî deyndarê PKK’ê ye ji ber DAIŞ têk bir

Pêşmergeyê dêrîn Hazimî Elî Kutek kêfxweşiya xwe anî ziman ku tevlî kampanyaya derxistina PKK ji lîsta terorê bûye û got:

“Li hemberî vê tevgerê bêwijdanî tê kirin ku cihê hêvî û ronahiya hemû Kurdane. Dikarim bêjim hemû mirovahî deyndarê PKK’ê ye. Ji ber ku wan DAIŞ têk bir. ”

Pêşmergeya Dêrin Geşaw Îbrahîm jî piştgiriya xwe ji bo kampanyayê diyar kir û ev yek anî ziman:

Pêşmergeya Dêrin Geşaw Îbrahîm: PKK rêxistineke şoreşgere

“Ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin ev kampanya piştgiriyeke mezin e.

PKK partiyeke şoreşgere û li her çar parçeyên Kuristanê xebatê dike.

Ez weke jinekê piştgiriya xwe tînim ziman.

Jin di nava PKK’ê xwedî rol bûn û li hemberî dijminê Kurdan li ber xwe dan..

Ez li vir bang li tevahiya jinan dikim ku tevlî kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bibin.”

Back to top button