Besê Hozat: Komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hate kirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, tecrîda giran a li ser Rêber Apo û êrişa li ser Hesekê nirxand. Besê Hozat diyar kir Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê di dîrokê de pergala herî xedar a şerê taybet e û got, “divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê, wekî sûcê mirovayetiyê were dîtin.” Têkildarî êrişên DAIŞ’ê û dewleta Tirk yên li dijî Rojava jî Besê Hozat got, “bersiva herî watedar,a li dijî êrişan yekîtiya demokratîk a Kurd-Ereb e.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û geşedanên girîng ên di rojevê de ji ajansa ANF’ê re axivî.

Besê Hozat di serî de salvegera komploya 15 Sibatê ya li dijî Rêber Apo ku dikeve sala 24’an, şermezar kir û got:

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hatiye kirin.

Helwesta Rêber Apo, şehîdên fedaî yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’û gelê me yê berxwedêr, ji xeynî dîlbûna fîzîkî ya Rêber Apo komplo pûç kirin.

Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo Bêsê Hozat anî ziman pergala tecrîd û êşkenceyê ya 23 salan, pergaleke komployê ye û wiha dewam kir:

Besê Hozat: Tecrîda li Îmraliyê di dîrokê de pergala herî xedar a şerê taybet e

“Komplo ji bo ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê tasfiye bike û qirkirina Kurdan pêk bîne, 23 sal in wekî pergala tecrîd û êşkenceyê didome.

Li ser Rêber Apo siyaseta herî bê exlaq, bê wijdan û nemerd a dinyayê tê kirin.

Pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê di dîrokê de pergala herî xedar a şerê taybet e.

Ji bo ku têkoşînê bide sekinandin zextên giran li ser Rêbertiya me tê kirin. ”

Besê Hozat di dewamê de bal kişand ser siyaseta Erdogan a di demên dawî de ku li ser navê Rêber Apo diaxive û got:

Erdoganê faşîst bi siyaseta ji ser Îmraliyê re dixwaze siyaseta xwe ya ku têk diçe, bide sekinandin û dixwaze hêrsa mezin a li hemberî pergala tecrîd û êşkenceyê kêm bike.

Besê Hozat: Divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê wekî sûcê mirovatiyê were dîtin û mehkûmkirin

Besê Hozat eşkere kir rêya çareserî, demokrasî û edaletê ji Îmraliyê derbas dibe û got, divê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, wekî sûcê mirovayetiyê were dîtin û were mehkûmkirin.

Di dewamê de Besê Hozat êrişa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê jî nirxand û ev tişt anî ziman:

Besê Hozat: Hêzên QSD’ê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê plana qirêj pûç kirin

Hêza sereke ku plansaziya êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê kirî û rê ve birî Tirkiye ye.

Bi vê êrîşê bi esasî armanc kirin ku Hesekê û tevahiya Rojava dagir bikin.

Heke dewleta Tirk di vê êrîşê de bi ser biketa, wê Hesekê bi rêya DAIŞ’ê dagir bikira û bi artêşa çeteyan berê xwe bida bajaran.

Hêzên QSD’ê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi berdêlên giran serfiraziyeke mezin bi dest xistin.

Lehengên dilêr di destpêka salvegera komployê de xwe feda kirin û komployeke pir mezin pûç kirin.

Her wiha bersiva herî bi wate û mezin jî dane komployê.

Besê Hozat: Li dijî êrişan bersiva herî watedar, yekîtiya demokratîk a Kurd û Ereb e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku bersiva herî watedar a li dijî êrîşên li ser Sûriyê, yekîtiya demokratîk a Kurd-Ereb e û got:

Her ku ev tifaq û yekîtî xurt bû, wê siyaseta mêtinger û nîjatperest a Osmanîgir a dewleta Tirk a faşîst tasfiye bibe.

Her wiha wê dawî li paşverûtiya DAIŞ’ê jî were.”

Back to top button