Mûrad Karayilan: Di demek ku Kobanê li ber ketinê bû, me pêşî li vê yekê girt

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di beşa sêyemîn a hevpeyvanî xwe ya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ku hate weşandin, qala hemû detayên li ser rizgarkirina Kobanê dike. Karayilan dibêje di demekê de ku li aliyekî Kobanê dewleta Tirk û sê aliyên wê jî DAIŞ hebû, Kobanê li ber ketinê bû û her kes li benda vê encama giran bû, me pêşî li vê yekê girt.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di beşa sêyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de qala hemû detayên li ser rizgarkirina Kobanê kir.

Mûrad Karayilan destpêkê li ser pirsa DAIŞ çima êrişî Kobanê kir bersiv da û ev tişt anî ziman:

“Ev yek ji gelek aliyan ve dikare bê nirxandin.

Welatparêziya herêma Kobanê, mayina Rêber Apo li wê derê çend ji sedeman dikare bê nîşandan, lê belê sedema esasî û ya dema nêz ew bû ku Kobanê dorpêçkirî bû.

Yanî xeleka herî lewaz bû ku ji ti deverê nikarîbû alîkarî werbigirta.

Ji ber ku Cizîr, Kobanê û Efrînê ji hev qut bûn.

Ev herêm di bin dorpêça DAIŞ’ê û dewleta Tirk de bûn.

Li aliyekî wê dewleta Tirk, li 3 aliyên wê jî DAIŞ hebû. ”

Karayilan diyar kir ji ber serçeteyên DAIŞ’ê ev yek dizanibûn, bi tankên DYE’yê û çekên pêşketî yên li Iraqê bidestxistî ji 3 baskan ve 15’ê Îlona 2014’an dest bi êrişên li ser Kobanê kirin û wiha got:

“Wê demê me ne tenê hêz şand Başûr, di heman demê de me li ser daxwaza YPG’ê -ku YPG’ê bi xwe nikarîbû ji Cizîrê hêzê bişîne Kobanê- me hêzên xwe şand Kobanê û Rojava.

Wê demê têkiliyeke me bi vî rengî bi YPG’ê re çêbû.”

Mûrad Karayilan bi bîr xist ku li rojava ne tenê Kobanê dorpêçkirî bû û got:

Li Efrînê jî rewşeke bi heman rengî hebû. Li ser daxwaza YPG’ê me di ser Amanosan re hêz şand Efrînê.

Mûrad Karayilan anî ziman bi 15’ê Îlonê re li hemberî êrişên berfireh ên DAIŞ’ê hêzên YPG’ê li ber xwe dan û wiha dewam kir:

“Lê belê êriş gelekî berfireh bû. Ji ber ku êriş hem bi wesayitên zirxî hem jî bi rêbazeke berfireh dihate meşandin.

DAIŞ bi vî rengî bi pêş ket û xwe nêzî navenda Kobanê kir.

Li ser daxwaza Fermandariya YPG’ê me hêzeke din şand Kobanê û Fermandariya YPG’ê jî, ji aliyê Cizîrê hêz şand.

Ger ne ji şandina wê hêzê bûya, DAIŞ wê hîn bi lez bigihaşta navenda Kobanê.

Mûrad Karayilan: Banga seferberiyê a Rêber Apo pêvajoya berxwedana kobanê diyar kir

Mûrad Karayilan da zanîn, veguhastina vê hêzê têrê nekir ku pêşî li wê êrişa berfireh a DAIŞ’ê bigire û wiha bi dawî kir:

Têkildarî vê pêvajoyê yek ji xalên diyarker banga Rêber Apo ya ji bo seferberiyê bû.

Ya ku pêvajo diyar kir ev banga Rêbertî bû. Wê demê Rêber Apo perspektîf da ku divê Kobanê teqez bê parastin.

Piştî banga Rêbertî gelê li Bakur kete nava liv û tevgerê û berê xwe da ser sînorê Kobanê û hem dest bi nobedê kir, hem jî gelek ciwan yekser tevlî nava refên YPG’ê bûn.

Hêza ku ew pêvajo diyar kir Rêbertî bû. Bi vî rengî berxwedana Kobanê gihîşt nuqteya herî girîng.

Back to top button