Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê li ser rêya Tirkiyê ye

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Antony Blinken piştî serdan 7 welatên herêmê vê carê jî berê xwe dide Tirkiyê.
Tê payîn şerê Îsraîl û Hemasê di rojeva Blinken de be.

Antony Blinken wê 5’ê Mijdarê serdana Enqereyê bike.

Blinken piştî şerê Îsraîl-Hemasê çûbû 7 welatên herêmê lê wê demê serdana Tirkiyê nekiribû.

Lewma jî niha çav li rêye ku Blinken 5’ê Mijdarê serdana Enqereyê bike.

Blinken piştî ku hatiye ser erkê ev wê bibe cara dûyemîn serdana Tirkiyê dike.

Wezîrê Amerîkayê cara yekem jî ji ber erdheja 6’ê Sibatê çûbû Enqereyê.

Blinken, piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê destpêkê çû Tel Avîvê.

Wî di serdana xwe ya Îsraîlê de got:

“Ez wekî cihûyekî hatime vir”.

Ji ber vê yekê ev gortina Blinken rastî rexneyan hat.

Lê ji ber rewşa xirab a aboriya Tirkiyê diyar ku wê hikumeta Enqere nikaribe bi hişkî nêzî Blinken bibe.

Û di mijara şerê Îsraîl-Hemasê de jî wê helwesta Enqerê li gorî dilê Amerîkayê be.

Back to top button