Çapemeniya Rûsî: Wagner piştî mirina Prîgojîn leşkerên bi pere digire

Rûsya pitşî êrişa xwe ya herî berfireh ya ji serê salê ve, careke din berê xwe daye bihêzkirina Wagner.
Li Rûsyayê piştî mirina damezrînerê çekdarên Wagnerê Yevgenî Prîgojîn careke din dest bi wergirtina çekdaran dike.

Koma Wagner piştî serhildana li dijî fermandarên Rûsyayê dabû despêkirin û pêde, girtina çekdaran rawestandibû.

Li gorî malperên nûçeyan a Rûsî şîrketa leşkerî ya taybet li herêma Perm û Novosibirskê ya Rûsyayê dest bi girtina leşkeran kiriye.

Di nûçeyên li ser malperên Rûsî hatin weşandin de wiha hat gotin:

“Wê amblem û sembola Wagner neyên guhertin.”

Çavkaniyek din a Wagnerê ku ji ajansek Rûsî (NGS.ru) re axivî, diyar kir ku peyman ango miqawele ne bi Wezareta Parastinê, bi Rosgvardia re hatiye kirin.

Di Tebaxê de, Prigojin û 10 kesên pêre di encama ketina balafirekê de miribûn.

Gelek kes îdda dikirin ku Kremlîn balafir xistiye.

Li gorî çapemeniya Rûsî kurê Prigojin, Pavel ê 25 salî lîderiya koma Parêzvanên Netewî ya nû dike.

Ukrayna: Rûsya ji despêka salê ve êrişa herî zêde pêk anî

Ev nûçe piştî Rûsya êrişên herî dijwar yên ji despêka salê ve li dijî Ukraynaê pêk anî hat.

Rêveberiya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê doh li 10 herêmên êrîşî 118 mezrayan kir.

Ji despêka salê ve ev êrişa herî berfireh ya li ser xaka Ukraynayê bû.

Krîza Wagner: Putin bang li çekdarên kirêkirî kir

Back to top button