MSF: Bêtirî 20 hezar birîndarên li Xezayê hene

Bêtirî 20 hezar birîndar li nava Xezaya di nav dorpêçê de asê mane.
Rêxistina Doktorên Sînornenas ragihand ku tevî dergeh vebûye jî lê heta niha bêtirî 20 hezar birîndar li nava Xezayê yen.
Rêxistinê daxwaz kir ku divê bilez rê were dayîn ku xelk ji herêmê derkevin.

Deriyê Sînor ê Refahê ji doh ve ji bo birîndar û welatiyên biyanî yên li Xezayê hatiye vekirin.

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ragihand ku tevî derî hatiye vekirin jî hîna bêtirî 20 hezar birîndar nikarin ji Şerîda Xezayê derkevin.

Rêxistinê diyar kir ku hina birîndarên rewşa wan giran û 22 xebatkarên wan yên navneteweyî ji deriyê sînor derbas bûne û wiha got:

“Lê belê li Xezayê hîna bêtirî 20 hezar kes hene ku ji ber dorpêçê derfetên wan ên tenduristiyê kêm in. ”

Rêxistinê daxuyakirin ku divê ji bo kesên dixwazin ji Xezayê derkevin demildest destûr bê dayîn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xebatkarên rêxistnê yên Filistînî hê jî li herêmê erkdarin û tîmeke din a navneteweyî li bendê ye ku ekîba xwe ya li herêmê biguherin.

Birîndar bo nexweşxaneya meydanî ya Misirê tên veguhestin

Ajansa nûçeyan a Fransî AFP ragihand ku ambûlans doh ji sînorê başûrê Xezayê derketin û birîndar rakirin nexweşxaneyên meydanî yên li aliyê Misirê hatine avakirin.

Rayedarên Misirê piştrast kirin ku 335 kesên bi hemwelatîbûna biyanî yan jî hemwelatiya dualî û 76 kesên bi giranî birîndar û nexweş di Deriyê Sînor ê Refahê re derbas bûne.

Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên mirovahî îşaret bi wê yekê dikin ku li Şerîda Xezeyê ya ku nifûsa wê 2 milyon û 400 hezar e, ji ber kêmbûna xurek, sotemenî û dermanan karesateke nehatîdîtin heye.

Back to top button