Hemas: Di êrişa Cibaliye de herî kêm 195 kes mirin

Bîlançoya êrişa li ser Cibaliye giran dibe.
Hemasê ragihand ku di êrişa Îsraîlê pêk anî de, herî kêm 195 kes mirin
NY jî banga xwe ya agirbesta bo Xezayê dubare kir.

Kampa Penaberan a Cibaliyeyê bûye yek ji armancên sereke ya Îsraîlê .

Ofîsa Çapemeniya Rêveberiya Xeza ya dibin kontrola Hemasê de ragiahnd ku di êrişên 2 rojan li peyhev li ser kampê pêk hatin de, herî kêm 195 kes mirin.

Di dema ku bertekên li hember êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser kampa li bakurê Xezayê bi hinceta ku fermandarekî Hemasê hedef girt, dewam dikin, doh hat ragihandin ku heman kamp careke din hatiye armanckirin.

Di daxuyaniya ku ji Xezayê hat dayîn de hat destnîşankirin ku nêzî 120 kes di bin xirbeyan de manbe.

Her wiha 777 kes jî birîndar bûne.

Ji serokê DYA Biden banga mirovahî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA Joe Biden di civîneke hilbijartinê ya li Minnesota de axivî.

Piştî ku yek ji beşdaran li ser wî qêriya got, “Wek rahîb, ez dixwazim ku hûn niha banga agirbestê bikin.”

Biden wiha got,

Li herêmê pêdivî bi bêhndaneke mirovahî heye.

Piştre di daxuyaniya Koşka Spî de hat gotin armanca Biden girtiyên di destê Hemasê de ye.

NY: Meznahiya trajediya li Xezayê pir zêde ye

Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNRWA) careke din banga agirbestê kir û bal kişand ser hejmara zêde ya sivîlên di êrişên Îsraîl ya li ser Xezayê de hatîn kuştin.

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini îşaret bi ragihandina agirbestekê kir û got:

Eger agirbestek pêk neyê, wê bêtir mirov bimirin.

Lazzarini ku serdana dibistaneke li sînorê Misirê ye kirî ev tişt anî ziman:

“Ez nû ji Şerîda Xezayê vegeriyam.

Ji dema ku ev şerê hovane bi qasî 4 hefte dest pê kir, ev cara yekem e ku destûr ji min re tê dayîn.

Mezinahiya trajediyekî wiha nehatiye dîtin.”

Lazzarini da zanîn ku zarokan ji wî dilopek av û pariyek nan xwestine.

Sekreterê Giştî yê UNRWA got dema wî ya li Xezayê roja herî xemgîn a xebata wî ya mirovahî bû.

Li dijî Îsraîl a êrişî kampa koçberan a Cibaliye kirî bertek

Back to top button