Dezgehên çapemeniyê yên erebî ragihand ku li Yemenê zilamekî zaroka xwe ya 8 salî firotiye.
Li gorî tora El- Erebiye vê bûyerê hêrsek mezin bi xwere anî ye û wekî “bazirganiya mirovan û rewakirina koletiyê” bi nav kirin e.
Li Yemenê hejarî û bazarên tên meşandin bi xwe re encamên bi êş tîne.
Li gorî tora El-Erebiye, li parêzgeha Îb Yemenê zilamekî keça xwe ya 8 salî firotiye.
Bûyera firotinê ya bi belgeyeke fermî li herêmên serweriya Hûsiyan pêk hatiye.
Ev bûyer wekî “bazirganiya mirovan û rewakirina koletiyê” hatiye binavkirin û hêrsek mezin di nava civakê de çêkiriye.
Çalakvanên medya civakî wêneyeke îmzekirî û belgeyeke bi îmzeya fermî û şahidan parve kirin.
Di belgeyekê de tê de tê gotin ku li parêzgeha Îb ya navarasta welêt, zilamê bi navê Yasir Îb El-Selahî zaroka xwe ya bi navê Leymon bi 200 hezar riyalên yemenî anku bi 350 dolaran firotiye kesê bi navê Mihemed Hesen Elî El-Fatikî.
Li gorî belgeyê bûyer di Tebaxa 2019`an de pêk hatiye.
Tê gotin ku zilam zaroka xwe ji bo dayîna deynan firotiye.
Çalakvanên tora medya civakî dîmenê firotina zaroka 8 salî jî parve kirin.
Rojnameya ‘Yemen Feminist Voice’ li ser Twitterê, li ser firotina zaroka biçûk a bi awayekî qanûnî ji aliyê hikumetê ve, got li Yemenê “koletî” berdewam dike û ev rewşa kirêt hîna nehatiye guhertin.
Rojnameyê xwest ku kesên beşdarî pêkanîna vî sûcî bûne, bi tawanbariya koletiya mirovan bên girtin û cezakirin.
Piştî eşkerekirina belgeyê, çalakvanan ji bo vegerandina zaroka hatiye firotin, însiyatîfek da destpêkirin, pere dan kesê ku keçika biçûk biriye û zaroka biçûk vegerand.