Konferansa 2. a Koparatîfan bi girtina biryaran bi dawî bû

Konfiransa 2. a Kopertîfan a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Gelan a herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di konfirans de axvî û got:
Li himberî dorpêça li ser herêmê şoreşeke çandiyê pêwîst e.
Konferans bi girtina biryaran bi dawî bû.

Di dawiya konferansê de, gelek biryar hatin girtin.

Biryar ji aliyê hevseroka Beşa Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Necwa Ehmed ve hatin xwendin.

Çend biryarên sereke yên hatine girtin jî wiha ne:

Rêxistinkirina kooperatîfan di nav meclis û komînan de, weke rêbazeke bingehîn esas were girtin.

Kooperatîf li ser esasê pêşketina çandiniyê werin pêşxistin.

Rêxistinkirina kooperatîfan li gorî taybetmendiyên her herêmekê û pêwîstiyên civakê.

Û di kooperatîfan de enerjiya paqij esas were girtin û rola jin û ciwanan were pêşxistin.

Back to top button