Li Girkê Legê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî yên di girîgehên dewleta Tirkiyê de, di roja duyemîn de bi dawî bû.
Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê bi dirûşma “Em berxwedana girtiyan silav dikin û bi rih û nirxên şehîdan Rêbertiya xwe azad bikin” çalakî dabû destpêkirin.
Îro di roja duyemîn a çalakiyê de, li ser navê Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Xeznê Temo axvî û got:
“Em ê tovên felsefeya Rêber Apo di nav zarokên xwe de biçînin heta ku bi avakirina welatekî azad û demokratîk berhem bide.”
Nûnera Partiya Rêkefetin a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Canda Xelef piştgirtiya xwe bi çalakiyên bi dawaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re anî ziman. û wiha got:
Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Ji ber ku em li ser fikr û felsefeya Rêber Apo ne, em ê çalakiyên xwe ji ji her demê bêtir xurt bikin.”
Însiyatîfa Gel dazanîn ku greva birçîbûnê wê sibe li navçeya Til Hemîsê dest pê bike û du rojan dewam bike.
Li Girkê Legê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya greva birçîbûnê destpêkir