Şehîd Emar Hemo li Amûdê hat oxirkirin

Li Amûdê û Qamşlo îro merasîmên oxirkirin û sersaxiyê ji bo şehîdan hebûn.
Kesên tevlî merasîman bûn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin: “Serbilindahiya ku şehîdên me dane me, divê em xwedî lê derkevin”

Endamê hêzên Asyişê şehîd Emar Hemo dema erka xwe ya ewlhiyê bi cih dianî şehîd bûbû.

Ji bo oxirkirina şehîd bi sedan welateyên Amûdê û gundewarên herkîn goristana şehîd Îsmaîl a navçeyê.

Kesên di merasîmê de beşdar bûn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin:

“Şehîd Emar 10 salan di nava hêzên Asayişê de li ber xwe da.

Lewma em soz didin heta nefesa xwe ya dawî hêviyên wî pêk bîne.”

Li Qamşlo şehîd Çiya Qamişlo hat oxirkirn

Li Qamşlo jî merasîmên şehîdan hebûn.

Şehîd Ebdulqadir Nayif bi nasnav Çiya Qamişlo 11`ê Kanûnê li bajarokê Mergeda yê Hesekê şehîd bûbû.

Ji bo oxirkirina şehîd, hevrê û malbata şehîd, endamên saziyên sivîl li goristan Şehîd Delîl Sarûxan kombûn.

Kesên ku di merasîmê de axivîn, wiha gotin:

“Bi vê isbat dibe ku hêza hevgirtina gelan ji her tiştî xurttir e, ji bo parastina welat şehîdan xwe kirin mertal.

Em jî li vir hêviya mirovahiyê ne û her em ê li dû şopa şehîdên xwe bin.”

Back to top button