TEVGERA AZADÎ WÊ RAPOREKÎ RADESTÎ NAVENDÊN CÎHANÊ BIKE

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdisatnê wê li ser girtina navendên xwe raporekê amade bike û radestî Yekitiya Ewrupa, Wezareta Derve ya Amerîka û nûnertiya Neteweyên Yekbuyî ya li Iraqê bike.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdisatnê li ser girtina navendên wê ji aliyê Hikumeta herêma başurê Kurdistanê ve, raporekê amede dike.

Tevgera Azadî wê rapora xwe radestî YE, NY û Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê bike.

Têkildarî mijarê berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên axivî.

Tara Hisên diyar kir ku ew li ser amadekirina raporek ji bo navendên cîhanê dixebitin û got:

“Piştî rapor temam bû em ê radestî Yekitiya Ewrupa, Wezareta Derve ya Amerîka û nûnertiya Neteweyên Yekbuyî a li Iraqê bikin”.

Tara Hisên di dewama axavtina xwe de got:

“Di raporê de wê behsa şêwazê karê siyasî û binpêkirinên li hemberî Tevgera Azadî hatin kirin bê kirin.

Her wiha wê behsa fermiyeta Tevgera Azadî ya ji aliyê Iraqê ve jî bê kirin.

Li aliyekî din duh şandeyek Tevgera Azadî li bajarê Silêmaniyê serdana Navendên Parlamentoya Iraqê kir.

Şandeya Tevgerê raporek radestî Navenda Parlamentoya Iraqê kir.

Endama Parlamentoya Iraqê Behar Mihemed li ser hevdîtina wan bi Tevgera Azadî re daxuyaniyek da.

Behar got ku biryara girtina navenên Tevgera Azadî biryarek siyasiye û wiha domand:

“Ti bingehên yasayî yên vê biryarê nîne, ji ber ku Tevgera Azadî li gorî Hikumeta Iraqê fermî ye.

Li gorî vê fermiyetê Tevgera Azadî dikare li giştî Iraqê navendên xwe veke.

Hikumeta Herêma başurê Kurdistanê bê ku sedemek nîşan bide, li herêmê destûr nedaye Tevgera Azadî.

Ji bo wê em ê di aliyê yasayî de li ser vê yekê kar bikin”.

Leave a Reply

Back to top button