HPG’ê: Li Zap, Avaşîn û Xakurkê 11 leşker hatin kuştin û derb li 2 helîkopteran hat xistin

Li Avşîn, Zap û Xakûrkê, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan. Li gorî agahiyên HPG’ê parvekirî, di çalakiyan de 11 leşker hatin kuştin. Her wiha derb li du helîkopteran jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de encamên çalakiyên gerîlla bi raya giştî re parve kir.

Navendê diyar kir ku li herêmên Avaşîn, Zap û Xakûrkê gerîlla derbên giran li artêşa Tirk xistine û têkildarî çalakiyan ev agahî dan:

  • Li Herêma Avaşînê

28 û 29’ê Nîsanê li qada Şûkê, helîkopterên artêşa Tirk bûn armanca çalakiyên gerîlla.

Di encamê de derb li 2 helîkopterên veguhestina leşkeran hate xistin.

Dîsa di navbera 27 û 30’ê Nîsanê de helîkopterên artêşa dagirker hewl dan herêmê bombebaran bikin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla, helîkopterên êrişê neçar man dûr bikevin.

7’ê Gulanê li herêma Werxelê, hêzên artêşa Tirk bûn hedef.

Gerîlla ji nêz ve li çeperên dagirkeran dan.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.

  • Li Herêma Zapê

6’ê Gulanê li Qada Şikefta Birîndaran, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun, bûn armanca çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên jin.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê dîsa dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin.

Gerîlla ji 2 baskan ve bi çekên ferdî û bombeyan li wan dan .

Di çalakiyên serdegirtin û sekvaniyê de 4 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Li Girê Ortê jî gerîlla li çeperên hêzên dagirker dan.

Li vir jî leşkerek hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

  • Li Herêma Xakûrkê

7’ê Gulanê li Girê Şehîd Axîn, gerîlla bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.”

Navenda Çapemeniyên ya HPG’ê ragihand ku di navbera 6 û 7’ê Gulanê de artêşa Tirk qadên Metîna, Zap, Xakûrkê û Garê gelek caran bi balafirên şer bombebaran kirine.

Back to top button