Hêzên Ewlekariya Hundurîn nasnameya endamê xwe ku li navçeya Şedadî ya Hesekê şehîd bû eşkere kir.
Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Mihemed Ewad li navçeya Şedadê şehîd bûye.
Navendê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di daxuyaniyê de hate gotin cenazeya Ş. Mihemed wê sibe saet 8:30’ê li goristana şehîdan a li Şedadê were oxirkirin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav Mihemed Ewad 4’ê tîremeha 2022 li navçeya Şedadê şehîd bû.



