Komîteya Tenduristî ya Dêrikê perwedeya 35 hemşîreyan bi dawî kir

Komîteya tendûristiyê ya Meclisa Dêrikê piştî perwerdeya 35 hemşîreyan bi dawî kir şahiyek derçûnê ji wan re li dar xist.

Dewreya ji bo hemşîretiyê a li Nexweşxaneya Wetenî ya li Dêrikê 50 roj dom kir.

Tê de gelek desên taorîk û pratîkî li ser gelek destwerdanên lezgîn hatin dayîn.

Îro jî ji bo hemşîreyan, Komîteya tenduristî ya Meclisa Navçeya Dêrikê şahiyek derçûnê li dar xist.

Kadroyên tibî yên Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê, endamên komîteya tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê amade bûn.

Di şanhiyê de, çavdêr û endamê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr.Cigerxwîn Teqreq û gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê Dr. Qasim Xelef bidawîkirina dewreyê pîroz kirin û hêvî kirin ku di pêşerojê de ji bo xizmeta gelên xwe bi xebatên girîng rabin.

Di dawiyê de, komîteyê 3’ê bijîşk xelat kirin û bawernameya derçûnê li 35 hemşîreyan belav kirin.

Back to top button