Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi beşdariya apê Abdurrhaman Er Necmettîn Er, ji bo Mazlûm Dag û Abdurrhaman Er daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Greva birçîbuyînê Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Hewlêrê destpê kir, do roja 60’î de didome.
Bi armanca piştgiridayîna girtiyan li bajarê Lûzern ê Swîsreyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûzernê (CDK-L) li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev, û daxuyanî hat dayîn.
Apê Abdurrahman Er Necmettîn Er, têkîldarî rewşa dawî ya Er û Dag agahî dan û got:
Necmettîn Er: Divê hukumeta Başur daxwazên Er û Dag bi cih bîne
“Ev 2 meh in greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome.
Ew dixwazin ku şert û mercên girtîgehê bên başkirin.
Biraziyê min êdî nikare bimeşe, bi kursiyê dibin û tînin.
Rewşa wan ne baş e. Em ji hemû saziyên Kurdistanî û kesên ku mafên mirovan diparêzin, bi taybet jî ji hikûmeta Başûr daxwaza hestiyariyê dikin.”
Daxuyanî û axaftin bi duruşme ya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.