ENKS alavên rewakirina dagirkeriyê li Efrînê ne

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xeta xiyanetê dewam dike.
Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd tevkariyê bi dewleta Tirk re dike.
Ev tevkarî di gelek planên li Bakur, Başûr û Rojava de derketin holê.
Ya herî dawî dagirkeriya kantona Efrînê bû.
Dewleta Tirk niha bi rêya PDK’ê dagirkeriya xwe li kantona Efrînê rewa dike.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, dewleta Tirk PDK û ENKS ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Ev yek di dagirkirina kantona Efrînê ya 18’ê Adara 2018’an de eşkere bû.

Piştî dagirkirinê jî alavên dewleta Tirk an ku ENKS û PDK’ê tavilê dest bi karên xwe kirin.

Ji karên ku ENKS’ê li seranserî kantonê kirine, avakirina meclisan bû.

Ev meclis li ser hesabê xwîna xelkê kantonê xizmetê ji dagirkeran re dikin.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê, PDK’ê bi hinceta alîkariyên mirovî alîkarî şand kantonê.

Di 19’ê Sibatê de jî saziyê nivîsgehek li bajarê Efrînê vekir.

Saziya Barzanî ya Geşkirin û Çandê jî navendeke çandê li Efrînê vekir..

Plan dike nivîsgehên xwe li Raco, Şera û Mabatayê veke.

Back to top button