Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî bi hevserokatiyên meclisên Rêveberiya Xweser û Sivîl re li dar xist.
Di civînê de rewşa siyasî ,astengiyên li pêşiya kar û xebat derketine hatin nîqaşkirin .
Mijara sereke di civînê de aloziya avê li Hesekê bû taybet rewşa niştecihên kampan bi qutkirina avê re piraniya rêveberiyan ragihandin ku ew amade ne alîkariya xelkê Hesekê bikin û barê wan sivik bikin.
Di civînê de perspektîf hate dayîn ku xebatê wergirtina genim bê hêsankirin û astengî li pêş cotkaran dernekevin her wiha rêbazên başkirina kalîteya nan hate nîqaşkirin.
Pirsgirêka nan, kehrebe û ava Hesekê wê were çareserkirin
Desteyê diyar kir ku li ser daxwaz û giliyên xelxê herêmê komîteyek pispor hate avakirin ji bo ku li îstîsmarên jeneratoran vegere û buhayê embêra li herêmê yek be.
Di dawiya civînê de, projeyên îstîsmarî yên rêveberiyên sivîl û xweser hatin nirxandin û bang li rêveberiyan hate kirin ku xebatê xwe ji bo temamkirina projeyan bi lez dewam bikin .