Li Hatayê di nava 3 deqeyan de 2 erdhej pêk hatin

Kurdistan bi pileya erdhejên bi bandor re rûbirû ye. Xemsariya rejîma deshilat, bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest dide girantir dike. Di erdhejên li Hatayê de 6 kes mirin hinek ji wan giran nêzî 300 jî birîndar bûn. Erdhej tevî welatên cîran heta Misirê jî hate hîskirin. Hemwextî vê raporên ku li meclisê di rewşa erdhejê de tevdîrên werin girtin ji aliyê rejîmê ve çawa bê bersiv hatine hiştin jî derketin holê.

17 rojin Kurdistan bi erdhejan re rûbirû ye.

Pileya erdhejên bibandor, heta niha li welat dawî li jiyana bêtirî 41 hezar kesî aniye.

Hîna birînên erdheja 6’ê Sibatê nehatîn pêçan, şevê din careke din erdhej pêk hat.

Li Hatayê di nava 3 deqeyan de 2 erdhej pêk hatin.

Erdheja yekemîn li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 6,4 pêk hat.

Hîna metirsiya vê erdhejê dewam dikir, li Semerdaga Hatayê jî bi pileya 5,8 erdheja duyemîn pêk hat.

Li Hatayê 6 kes mirin nêzî 300’î birîndar bûn

Ji ber herdu erdhejan 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 18 jê giran 294 kes jî birîndra bûne.

Li gorî daxuyaniyên AFAD’ê li navçeya Defneyê ya Hatayê piştî erdheja bi pileya 6,4’an, 73 erdhejok çêbûne.

Di erdhejên li navçeya Samndagi û navçeya Defneyê yên Hatayê çêbûn de, gelek avahî hilweşiyan.

Li Taxa Haraparasi ya Defneyê havahiyeke xesardîtî hilweşiya.

Li nav kavilên avahiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.

Erdhejan bandor li bajarên herêmê û Sûriye, Urdun, Iraq, Filîstin, Îsraîl û Misirê jî kirin.

Di erdheja li Hatayê de li Sûriyê 5 kes mirin

Bi qasî Hatayê erdhejê bandor li Sûriyê jî kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan ragihand ku li Sûrî herî kêm 5 kes mirine û jimara birîndaran jî gihiştiye 300’î.

Her wiha gelek avahî hilweşiyan û ziyan dîtin.

“Hişyarî hatin kirin, gav nehatin avêtin”

Di protokola Meclisa Tirkiyê de jî raporên derdikevin nîşan dide ku çiqasî rejîm ji bo herêmê xemsar nêz bûye.

Derket holê ku ji Wezareta Tenduristiyê ti pirsên derbarê rewşek ya erdhejê de tevdîrên werin girtin de ne hatiye dayîn.

Her wiha Wezareta Çandê jî 2021’an ji bo tedbîrên erdhejê yên li Hatayê ti butçe cuda nekiriye.

Back to top button