Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê gelek çalakiyên pîrozkirina vê rojê tên lidarxistin. Li bajarên herêma cizîrê jî, bi meş, daxuyanî û simîneran roja zimanê Dayikê hat pîrozkirin.
Îro roja Navnetewî ya zimanê dayikê ye.
Ji bo pîrozkirina vê rojê çalakiyên cur be cur tên li daxistin û banga parastina zimanê dayikê tê kirin.
Desteyê di peyamê de serkeftin ji hemû dest û komîteyên perwerde re xwest û got:
Ji bo civakek yekgirtî, jiyanek hevbeş û pêşxistina çandê, xwedîdeketina li zimanê dayikê girînge.
Li bajar û navçeyên Qamişlo ya herêma Cizîrê jî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Amûdê bi boneya rojê meşek li Qada Şehîd Cîhad li darxist.
- Qamişlo
Zanîngeha Rojava rêzesemîner li Qamişlo bi navê “Rewşa zimanê kurdî di Zanîngeha Rojava de, di navbera astengî û planên pêşdeçûnê de” hate lidarxistin.
- Tirbespiyê
Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek li Dibistana Şehîd Ronak da.
Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin û hate gotin:
“Ziman nasname ye û girêdana di navbera dema îro, paşeroj û siberojê de ye.”
- Çilaxa
Li navçeya Çilaxa jî daxuyaniyek li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan hate dayîn.
- Til Birak
Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Birakê jî bi heman wesîleyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ziman şoreşa herî mezin a dîroka mirovahiyê ye.
Her weha banga hevgirtin û xwedîderketina li zimanê dayikê li gelan hate kirin.
- Dirbêsiyê
Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê jî, bi daxuyaniyekê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.