Malbatên gerîlayan ên Mexmûrê: Ji bo piştgiriya zarokên xwe em amade ne

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, li Mexmûrê malbatên gerîlayan ên wargeha Ş. Rustem Cûdî bertek nîşan dan.

Malbatên gerîlayan ji bo piştgirîdayîna zarokên xwe yên li dijî dewleta Tirk û PDK’ê li ber xwe didin daxuyanî dan.

Daxuyanî li ber Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn.

Malbatan daxuyaniya xwe bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo tevahî giyanên Şehîdên Azadiya Kurdistanê
dest pê kir.

Mamosta Sedîq Benek daxuyanî xwend û ev yek anî ziman: Dewleta Tirk di van demên dawî de bi alîkariya Malbata Barzanî ku wek xencereke zingar e, li pişta Kurdên Berxwedêr daye.

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, ne ya destpêkê ye. Her tim Mala Barzanî, gelê Kurd firotiye.

Her çiqasî gerîlayên azadiya Kurdistanê derbeyên mezin li dijmin dixin jî, lê pêwîst dike wek malbatên gerîlayan piştgiriyek xurt li gel zarokên xwe têkoşînê bikin.”

Malbatên gerîlayan di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî malbat û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku dijî dagirkeriya Kurdistanê dakevin qadan û li hember van êrîşan xwedî helwestên diyar bin.”

Back to top button