Alîkarên mirovî derbasî Şehebayê bû

Îro karwanekî alkariyên mirovî ku ji gelê Başûrê Kurdistanê haitbû berhevkirin, derbasî Şehbayê bû. Her wiha hin barhilgirên alîkariyê, piştî demekê li bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ka sekinîbûn, beşek ji wan derbasî Şêxmeqsûd û Eşerfiyê bûn.

Ji meha Tebaxa 2022’an ve hikûmeta Şamê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebyê û Şehba dorpêç kiriye

Erdheja 6 sibatê rû da jî rewşa li van herdû taxan û Şehbaya ku bi dehhezaran koçberên Efrînî lê ne zehmettir kir.

Piştî 15 rojan ji erdhejê, îro alîkariya ku ji xelkê başûrê Kurdistanê hat şandin, gihişt van deveran.

Nûnerê pêngava Niwasîkûm diyar kir ku ev alîkarî ji aliyê xelkê bajarê Silêmaniyê ve hatiye berhev kirin.

Alîkariyên mirovî derbasî taxa Şêxmesûd bûn

Ji alîkariya ku NY ji bo Sûryê şandî, 21 barhilgir para Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn lê heta niha tenê îro 9 barhilgir derbas bûn.

Hêjayê bi bîrxistinê ku ji ber erdhejê gelek xanî û avahiyê pir qatî li Şêxmeqsû û Eşrefiyê di bin gefa hilweşînê de ne û xelkê wê niha der bi der bûye.

Back to top button