Mazlûm Dag û Abdurrahman Er 59 rojin di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.
Heya niha jî derbarê mijarê de rayedarên Herêmê ti daxuyaniyek nedane û bêdengin.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê.
Dag û Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.
Çalakiya Dag û Er di roja 59’an de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.
Tevî gelek bangan jî heya nih rayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er ti daxuyaniyek û helwestek nîşan nedan.